Girdi yapan admin

İkinci yıl Şengal Ezidi Soykırımı – IV: Şengal Dağı’nda yaşam mücadelesi

Namık Kemal Dinç-İrfan Çelik Ezidiler başlarına gelen felaketi ferman olarak tanımlıyorlar, hatta sayıyla 73. Ferman diyorlar. Farsça “buyurmak” anlamına gelen ferman, bu coğrafyada benzer birçok katliam ve soykırımı tanımlamak için kullanılmaktadır. Kürtler arasında 1915 soykırımını tanımlamak için kullanılan en yaygın tabir “fermana filehan” yani “Ermenilerin-Hıristiyanların Fermanı” tabiridir. Ezidiler inançlarından vazgeçmedikleri için bundan önce başlarına 72 […]

İkinci Yıldönümünde Şengal Ezidi Soykırımı – III: Bizi kirvelerimiz öldürdü

*Namık Kemal Dinç – İrfan Çelik Şengal soykırımının basına yansıdığı ilk günlerde Ezidilerin dikkat çeken ifadelerinden biri  “kirvelerinin kendilerine bu kötülüğü” yaptığı yönündeydi. Kirvelik; sünnet ritüeli sırasında sünnet çocuğuna refakat etme üzerine kurulmuş bir çeşit akrabalık bağıdır. Kirvelik aileler arasında kurulur ve bir takım toplumsal yükümlülükleri doğurur. Bu yükümlülüklerin en başında, kirvelik hukukuna göre kardeşlik […]

İkinci yıldönümünde Şengal Ezidi Soykırımı – II: 3 Ağustos 2014’de neler oldu?

Namık Kemal Dinç-İrfan Çelik Şengal demek Şengal Dağı demektir. Irak’ın batısında Suriye sınırında bulunan Dağ, etrafı çölle kaplı büyük bir kütle olarak coğrafyaya hakim bir konumdadır. Batıdan doğu istikametine uzunluğu yaklaşık 80 kilometre olan dağın, güney kuzey ekseninde uzunluğunun yaklaşık 10 kilometre olduğu söylenmektedir. En yüksek noktası Çelmera’nın (Kırk Yiğit) 1460 metre olduğu dağ, bir […]

İkinci yıldönümünde Şengal Ezidi Soykırımı: 73. Ferman

Namık Kemal Dinç-İrfan Çelik Ezidilerin Ağustos 2014’de maruz kaldıkları soykırımın üzerinden geçen zaman iki yılı buldu. Yaklaşık iki yıldır Türkiye sınırları içerisinde Şengal’den kaçıp gelen binlerce Ezidi hayatta kalma mücadelesi veriyor. Kan ve barut kokusunun Türkiye’de her şeye sindiği, Kürt meselesinde çözümsüzlüğün umutları kırdığı bir iklimde onlar kendi trajedileriyle baş başa, dertlerine derman bulmak arzusuyla […]

Fidanlık Şengal Kampı artık daha yeşil

Diyarbakır’daki Ezidi kampı yeşile büründü. Ezidilerin barındığı Fidanlık Şengal Kampı’nda bostan ve seralar oluşturuldu. Şengalli Ezidiler, hem üretime katkıda bulunuyor, hem de birçok gıda ihtiyaçlarını kendileri karşılıyor. Haber: Emgihan Gülmez Kamera: Gökhan Çetin Haber Fidanlık Şengal Kampı artık daha yeşil appeared first on İMC TV. şengal – İMC TV

TARİHTE ÊZİDÎ FERMANLARI

1246’DA MUSUL’UN ZENGİ ATABEYİ BEDREDDİN LULU’NUN ŞEYXAN’A SALDIRISI. Şeyh Adi’nin Laleş’teki türbesini yerle bir eden Bedreddin Lulu mezarından çıkardığı Şeyh Adi’nin kemiklerini yakar ve kutsal emanetlere el koyar. 16. YÜZYIL: Şeyhülislam Ebû Suûd Efendi’nin Fetvası ve Kanuni Sultan Süleyman’ın Fermanına Göre Şêxan ve Musul Êzidîlerine Yönelik Saldırı ve Katliam Kanuni Sultan Süleyman Bağdat’ı İran Safevi […]

Namık K. Dinç’in Sputniknews’te yayınlanan röportajı (Türkçe)

Proje Koordinatörümüz Namık K. Dinç Sputniknews’in  Kürdistan servisinden Ferit Demirel’e  “Ezidilerin 73. Fermanı Şengal Soykırımı Projesi” ile ilgili verdiği röportajın Türkçesi Demokrathaner.net sitesinde yayıınlandı. Namık Kemal Dinç bu konuda Sputniknews’in Kürdistan servisine Kürtçe bir röportaj verdi. Kürtçesine buradan erişmek mümkün. “BİZ İKİ KERE ÖLDÜRÜLDÜK” Bu çalışmaya ne zaman başladınız? Ne kadar sürdü? Ne tür zorluklarla […]

Proje Koordinatörümüz Namık K. Dinç’in Sputniknews’te yayınlanan röportajı

Proje Koordinatörümüz Namık K. Dinç 26 dilde yayın yapan Sputniknews'in Kürdistan servisinden Ferit Demirel'e  "Ezidilerin 73. Fermanı Şengal Soykırımı Projesi" ile ilgili bir röportaj verdi. 

Röportajın tamamı şöyle:

 

Êzîdiyên Şengalê: Em du caran hatin kuştin

Weqfa Lêkolînên Iqtîsadî Siyasî û Civakî ya Zanê derbarê rewşa Êzîdiyên ji Şengalê reviyane û li bajarên kurdan di kampan de dimînin ev demeke xebatekê dimeşîne. Projeya bi navê "73emîn Fermana Êzîdiyan, QirkirinaŞengalê" wê di tîrmeha 2015ê de destpêbikira. Lê ji ber ku şer û pevçûn careke din û gûrtir destpêkir, xebata wan di îlona 2015ê de destpêkir. Ji bo projeye Weqfa Civaka Vekirî û Komeleya Heinrich Böll Stiftung jî piştgiriyê didin. 

Ji bo projeyê li bajarên Amed, Êlih û Sêrtê li qampan geriyaye ekîb. Şirnex jî di nava projeya ekîbê de hebûye lê ji ber rewşa ewlekariyê nekarîbûn biçin vî bajarî.

kîpa projeyê ji 5 kesan pêk tê. Namik Kemal Dînç plan û koordinasyona qadê meşandiye. Ji bilî wî Berîvan Alagoz, Serdar Ozturk û Îrfan Çelîk jî li kampan bi Êzîdiyan re hevdîtin çêkirine. Herweha fotografer Fatma Çelîk jî fotografên hevdîtin û qadên jiyana Êzîdiyan kişandiye. Ekîbê li gor rêzaba dîroka devkî tevgeriyane û xebat bi vî awayî meşandine. Lê ne tenê dema êrîşê, beriya wê û tiştên piştî wê jî qewimîne berhev kirine.

Di çarçoveya projeyê de bi sed kesî re hevdîtin hatiye kirin. Ekîbê li gor du krîteran kes hilbijartine. Ya yekê ekîbê xwestiye ku di nava kesan de ji her temenî, zayendê, statuyê û çandê Êzîdî hebin. Ya din jî ji her gundên Şengalê mirov hebin. Lê hin mînak hene ku hejmara kesên rizgarbûne gelekî kêm in û ew jî ne li wan kampan in.

Kom wê hevdîtinan bikin arşiv û herweha hinek ji wan jî wê di pirtûkê de bên bikar anîn. Herweha di bernameya wan de lidarxistina konferanseke navdewletî heye ku di salvegera qirkirinê de li Stenbolê çêbibe.
Koordînatorê projeyê Namik Kemal Dînç derbarê projeyê û pêvajoya meşandina projeyê de pirsên Sputnik Kurdistanê bersivand.

'EV KAR WEKE DEYNEKÎ WICDANÎ YE'

We kengî biryar girt ku dest bi vê xebatê bikin? Xebata we çiqasî berdewam kir?

Me di Îlona 2015ê de dest bi projeya "73emîn Fermana Êzîdiyan, Qirkirina Şengalê" kir. Bingehên fikra vê projeyê digihêje heta wan rojan ku DAIŞê êrîş bir ser Şengalê û Êzîdî ew karesata mezin jiyan. Di wan rojan de me li ser karesateke din a mezin a sed sal berê çêbîbû lêkolîn dikir. Di wê demê de me bi Adnan Çelik re pirtûka ‘Nifira Sed Salî' dinivîsand. Em ji ber vê rewşê gelekî hestiyar bibûn. Me tiştên diqewimin bi mînakên sed sal berê re dida ber hev û fam dikir ku ev tişt qirkirine. Lê tenê temaşekirina vî tiştî dibû sedema giraniya hestên kesirînê. Ez weke mirovekî bi dîrokê re mijûl dibim, me hafızaya bûyereke sed sal berê berhev dikir, lê li hember vê qirkirina di roja me de berpirsiyariya me hebû. Jixwe em ji berhevkirinên derbarê qirkirina Ermenan agahdar bûn. Dema ku me li ser 1915ê lêkolîn dikir me gelekî sûd ji wan wergirtibû. Ermenan ji sala 1916ê û pê ve tiştên ku hatibû sere wan qeyd kiribûn û arşîveke mezin avakiribûn. Hevdîtinên bi mirovên qirkirin jiyan e dokumanên dîrokî yên gelekî girîng in. Fikra dokumanteriya derbarê qirkirina Ezîdiyan jî ji vir derket. Ji bo vî gelê ku her wext ji ber baweriya xwe rastî kiryarên nebaş hatine me ev kar weke deynekî wicdanî dît.

TRAWMAYEK MEZIN DIJÎN'

Li kampan we rewşeke çawa dît? We çavdêriyeke çawa kir?

Rewşa giyanekî tevlihev û helwestên cuda cuda hebûn. Tiştên DAIŞê anîye serê jinên Êzîdiyan, ji ber ku tecawuz weke rêbazeke qirkirinê bikaranîne û ji ber ku jin di bazarên koleyan de hatine firotin bûye sedem ku di nava Êzîdiyan de travmayeke mezin çêbibe. Van tiştan weke tene li hemberî kesekî yan jî kesekê hatibin kirin nabînin. Weke êrîşeke li hember civaka Êzîdiyan hatiye kirin dibinin. Keseke ku me pê re hevdîtin kir vî tiştî weke ‘kuştina du caran' nirxandibû. Û ji ber ku kesên gelekî nêzîkî wan, kesên bi salan cîrantiya wan kiribûn û kesên têkiliya kirîvatiyê bi wan re danîbûn ev êrîş anîbûn ser wan an jî van kesan pêşkêşiya van êrîşan kiribûn, bertekek mezin derketiye. Helbet dema ku behsa van tiştan dikirin gelekî zehmetî dikişandin. Bi taybetî dema ku jinan behsa wan tiştan dikirin gelek caran dibû îskeîska wan. Yanî me careke din birîna wan vekir. Tevahiya van tiştan bû sedem ku hevdîtin di nava hewayeke zehmet de derbas bibin. Hin mijarên din jî hebûn ku nedixwestin biaxivin. Heta navê xwe ji me re nedigotin. Axavtina derbarê helwesta Rêvebiriya Herêma Kurdistanê, ya PDKê û ya Barzanî ya li hemberî êrîşên DAIŞê de gelek kes diltirs dikir. Lewre hîna li wir merivên wan hene, hîna jî diçin û tên. Heta hinek ji wan meaş distînin. Heke ku tiştên dibêjin li wir bên bihîstin dibe ku hin tiştan bîne serê wan û ji wan re pirsgirêkan derxe. Jixwe behsa mînakên wisa jî dikirin.

'GELEK ÊZÎDÎ LI BAJARÊN ROJAVA LI BENDA DORA XWE NE'

We hevdîtinên xwe li li kampên ku Êzîdî lê dimînin aniye. Li Tirkiyê Êzîdî li ku dimînin. Çend kamp hene û hejmara Êzîdiyan çiqas e?

Dîroka êrîşa DAIŞê ya li ser Şengalê 3ê Tebaxa 2014ê ye. Dîroka koma ku destpêkê di sînor de derbasbûye 9ê Tebaxê ye. Yanî piştî 6 rojan. Piştî wê ji xwe bi hezaran mirov yan ji çiyê bi meşe yan jî ji deriye sînor hatine. Hatine bajarên weke Şirnex, Mêrdîn, Amed, Sêrt, Êlih û Riha yê û li van deran bi cî bûne. Hinek Êzîdî çûne Isparta û Kirşehîr e û hîna jî li wir in. Nayê zanîn çawa çûne û çima li wir bicîbûne. Êzîdiyên ku hatine bajarên kurdan ji hêla gel û şaredariyan ve hatine pêşwazîkirin. Li bajarên Amed, Êlih, Sêrt û Şirnexê bi pêşekiya şaredariyan ji bo Êzîdiyan kamp hatine avakirin. Dîsa li Êlihê li du gundên Êzîdiyan ên bi navê Şimze û Hemdûdayê hatine bicîkirin. Dema me dest bi xebata xwe kir 4 çar kampên li van bajaran jî aktîv bûn. Lê di nava demê de ji ber hin şert û mercan ên li Êlih, Sêrt û Şirnexê hatine girtin û kesên li vin şandine kampa Fîdanlik a Amedê.

Ji bilî şaredariya du kampên din jî hebûn ku ji hêla AFAD a girêdayî serokwezaretiya Tirkiyê jî hebûn. Dema Êzîdî nû hatin wan xistin kampên ku ku erebên sunî jî li vir bûn. Ev bû sedema hin pirsgirêkan. Pişt ra du kamp li Nisêbîn û Midyadê hatin avakirin ji bo Êzîdiyan. Lê niha ya Nisêbînê hatiye girtin. Tenê ya Midyadê kar dike. Ketin û derketina kampên AFADê ne mimkun e. Ji ber wê jî me hevdîtinên xwe tenê li kampên ku şaredariyan avakirine çêkir. Em hejmara Êzîdiyên ku hatine Tirkiyê nizanin. Gelek Êzîdî li bajarên rojava li bende dora xwe ne ku ber bi ‘rêwîtiya hêviyê've biçin. Herweha ez nizanim çend Êzîdî di kampa AFADê de jî dimînin. Lê li ya Fîdanlık a Amedê ez dikarim bibêjim ku hejmar di navbera 3 hezar û 4 hezaran de ye. Ji berk u tevgera li kampê geleke hejmar her diguhere.

ÊZÎDÎ EREBÊN ELEWÎ Û ŞIIYAN XWEDÎ DIKIN'

Kesên we hevdîtin bi wan re kiriye bêhtir kîjan mijaran derdixin pêş? Çi dibêjin, li ser çi disekinin?

Ya rastî hatina DAIŞê ya ber bi Şengalê ve gav bi gav şopandine. Di 10ê Hezîrana 2014ê de DAIŞê duyemîn bajarê mezin ê Iraqê Mûsilê bidest dixe. Mûsil li rojhilatê Şengalê dikeve. Di navbera her dû herêman de bajarê Telaferê heye ku niştecihên wê piranî tirkmen in. DAIŞ piştî 6 rojan, di 16ê Hezîranê de bidest dixe. Şiî û Elewiyên Telaferê xwe dispêrin Şengalê û Êzîdiyên Şengalê ji bo demekê wan bi îmkanên xwe xwedî dikin. Herweha fersenda wan çêdibe ku hovîtiya li wir ji devê wan kesan bibihîzin. Piştî Telaferê tevahiya ciyên ereban ên li herêmî dikeve bin kontrola DAIŞê de. Yanî derdora Şengalê û Êzîdiyan tê dorpêçkirin. Qismek Êzîdî ji ber tirsa pêşketina DAIŞê dixwazin biçin herêma ku di bin kontrola Rêvebiriya Herêma Kurdistanê de ne. Lê pêşmerge wan bi şûn de vedigerînin. Dibêjin ku "Em ji bo parastina we li vir in. Çawa dibe ku hûn revê difikirin?"

Di vir de ji bo baştir bê famkirin divê ez derbarê statuya Şengalê de hin tiştan bibêjim. Li Iraqê Êzîdî bi giranî li du herêmên ji hev dûr dijîn. Herêma Şêxanê ya Lalêşê di bin kontrola revebiriya kurd de ye. Lê statuya Şengalê binîqaş e. Li gor destûra bingehîn diviya di sala 2007ê de referandûm bihata çêkirin. Lê heta niha ev çênebûye. Di 14ê Tebaxa 2007ê de Li Şengalê li hemberî du gundewarên Êzîdiyan bi 4 kamyonên bombekirî êrîş pêk hatin. Bi sedan Êzîdî jiyana xwe ji dest dan. Piştî vê êrîşî rêvebiriya Kurdistanê ji bo parastina Êzîdiyan gav bi gav li Şengalê bicî dibe. Ciyên kontrolê li gundên Êzîdiyan tên avakirin. Heta piştî ku Musil û Telafer dikevin li dora gundan çeper tên kolan. Zilamên Êzîdî jî bi pêşmerge re nobedariyê dikin.

'CÎRANÊN MISILMAN Û KIRÎVÊN WAN ÊRÎŞ BIRINE SER WAN'

Ji ber ku rewş wisa ye weke min dest nişan kir, dema pêşmerge ji Êzîdiyan re dibêjin ‘biçin li malen xwe aram bin' baweriyek çêdibe û cî û warên xwe bernadin. Lê de ma di 3ê Tebaxa 2014ê de DAIŞê li Şengalê êrîş bir ser gundên Êzîdiyan hêzên pêşmerge bi temamî ji herêma Şengalê vedikişin ku êrîş bi şev saet di 02.00ê de destpê dike. Yek ji wan mijarên ku bandor li ser Êzîdiyan çêkiriye û hiştiye xelayên wan bişkê ev e. Herweha ji ber ku cîranên wan ên misilman û kirîvên wan bi DAIŞê re tevgeriyan e giraniya wê bêhtir bûye. Bi taybetî behsa wî tiştî kirin ku cîranên wan DAIŞ teşwîq kirine, agahî derbarê wan de dane DAIŞê. Dibêjin ku weke li benda rojeke wisa bûn. Herweha van kesan berpirsê tecawuz û revandina jinên Êzîdî dibinin. Gotin ku di bingeha vê êrîş û hovîtiyê de bêtehemuliye li hemberî baweriya wan heye û ew bimrin jî dest ji vê baweriya xwe bernadin.
Di vê navberê de mijareke din jî balê dikişine. Ew jî her çiqas ku berê navê gerîlayên PKKê nebihîstibin jî ji berk u wan li hemberî êrîşên DAIŞê parastine û hiştine ku ji Çiyayê Şingalê bi awayekî ewle derkevin sempatiya wan li hemberî PKKê çêbûye.

'LI GOR ÊZÎDIYAN NE MIMKUNE KU DI NAVA MISILMANAN DE EWLEKARIYA WAN HEBE'

Êzîdî îro dixwazin çi bikin? Dixwazin vegerin Şengalê?

Gelek Êzîdiyên ku me hevdîtin bi wan re çêkir, dixwazin li van xakan bimînin. Gelek hindik ji wan gotin ku heke Şengal azad bibe dixwazin vegerin. Me ji wan pirsî ku çima naxwazin li Kurdistana Tirkiyê bimînin. Gotin ku "Bapîrên me ji vir reviyan û hatin Şengalê. Li vir jî şensê jiyanê ji me re tuneye? Yanî tiştê ku Êzîdî dixwazin bibêjin ew e ku ne mimkun e di erdnîgariyek misilman de, di nava ewlekariyê de bijîn. Ji ber vê sedemê dest ji hêviyên çûna Ewropayê bernadin ku dizanin wê ji masiyan re bibin êm. Helbet divê em behsa bandora pêvajoya pevçûnan jî bikin. Ji ber şer gûrtir bûye difikirin ku ew jî bibin hedef. Wisa difikirin ku kesên destpêkê ji çav bênderxistin, kesên destpêkê bên kuştin ew in.

'TEVGERA ÇÛNA EWROPAYÊ ZÊDETIR BÛYE'

We got ku Êzîdî dixwazin biçin Ewropayê lê di navbera Tirkiyê û Yekîtiya Ewropayê de peymana bişûnveşandinê hetiye îmzekirin. Gelo ev peyman li ber Êzîdiyan bû asteng?

Na, Em nikarin bibêjin ku nûçe û pêşketinên bi vî awayî ji wan re bibe asteng. Heta di çend mehên dawî de ev tevger zêdetir bûye. Di bingeha vê tevgera nû de Êzîdiyên ku nû ji Başûrê Kurdistanê hatine heye. Mirovên bi rêyên qaçaq ji ser Şemzînanê sînor derbas dikin û bi têkiliyên qaçaq tên Amedê. Ji vir jî diçin bajarên rojavayê Tirkiyê ku dixwazin derbasî Ewropayê bibin. Derbarê sedemê tevgera li Başûrê Kurdistanê jî tê gotin ku hikûmet dixwaze Êzîdiyên li kampan, li hin gundên li Şengalê hatine rizgarkirin bicî bike. Hêviyên Êzîdiya ji bo çûna Ewropayê neqediyane. Ji ber ku Ezîdî ne misilman in, her wext rastî êrîşan tên û herî dawî qirkirina ku DAIŞê çêkiriye hêviyên wan zindî dike. Di nava kesên me hevdîtin bi wan re çêkir hin kes hebûn ku çend caran xwe li sînor xistibûn û ji fetisandina di behrê de di deqeya dawî de filîtîbû. Lê digotin ku em ê dîsa biceribînin.

Röportajı orjinal sayfasında okumak için tıklayın